Hilbijartinên li Iraqê: Jimartina bi destan û elektronîk heman encam da
Berdevka Komîsyona Hilbijartinê ya Bilind a Iraqê ragihand ku jimartina dengan a bi elektronîk û destan heman encam da.
Berdevka Komîsyona Hilbijartinê ya Bilind a Iraqê ragihand ku jimartina dengan a bi elektronîk û destan heman encam da.
Ji bo hilbijartinên serdema 6'emîn a Parlamenta Iraqê dengdana taybet doh hate kirin. Sibe jî wê dengdana giştî bê kirin. Berdevka Komîsyona Serbixwe ya Hilbijartinên Iraqê Cumane Xelaî ragihand ku hejmartina dengdana taybet ya bi dest û bi awayê elektronî, heman encam derketine.
Cumane got ku wana encamên dengdana taybet radestî nûnerên partiyên siyasî kirine û got; “Di dema dengdana taybet de ti pirsgirêkek çênebûye û hemû sindoq bê pirsgirêk karkirine.”
Hêjayî gotinê ye duh Serokê Meclisa Komîsyonên Komîsyona Bilind ya Hilbijartina Serbixwe ya Iraqê Parêzer Omer Ehmed rêjeya tevlîbûna dengdana taybet ya hilbijartina Parlementoya Iraqê eşkere kir.
Li gorî Omer Ehmed ragihandî, rêjeya tevlîbûna dendana taybet ya dema 6’an ya Parlementoya Iraqê ya li Iraq û herêma Kurdistanê ji sedî 82 bû.